Îmamoglu Dibêje Erdogan Tim li Şûna Berbijarê AKP'ê yê Stenbolê Dipeyîve

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan divê li şûna hilbijartinên herêmî berê xwe bide kêşeyên serekî yên welêt.

Îmamoglu dîyar kir ku Erdogan her roj di axaftinên xwe de ser wî û Stenbolê dipeyîve û got ku zararê dide berbijarê xwe.

‘’Te berbijarek ragihand, berde bila berbijar bipeyîve. Reqîbê min bila ev be. Û ez dibêjim tu li karê xwe binêre.’’

Wî got ku divê jibo bajarvanîya Stenbolê divê gelê bajêr li gor kar û performansan biryarê bide.

Îmamoglu dîyar kir ku peyvajoya hilbijartinên herêmî bi merasîmên vekirinê û mîtîngên din tê sabote kirin û got ku ew rewiş li gor wî bê wate ye.

Bajarvanê Stenbolê got ku ku gel dengê xwe bide wî jî nede wî jî ew nûnerê herkesî ye.

Bajarvanîya Stenbolê di hilbijartinên 2019’an de bi Îmamoglu ket destê Partîya Gel ya Komarî (CHP).

Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê jibo bajarvanîya Murat Kurum û ew partî bi berbijarê xwe hewil dide wî bajarî jinûve bi dest xwe xe.

Jêder: X, ANKA