ÎHD’ê Rapora Derbarê Rewşa Girtîyan Eşkere Dike

Karmend Û Rêveberên ÎHD'a - Wan

Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)ê, raporta ku li ser rewşa girtîyên di zîndanên Wan û Erziromê de hatîye amade kirin, di prês konferansêkê de ji raya giştî re eşkere kir.

Di raportê de pirsgirêkên girtîyên nexweş, asteng kirina rojname, kovar û pirtûkên Kurdî, qut kirina hevdîtinên ligel malbatan, sepandina lêgerîna tazî û binpê kirina mafên wan yên hiquqî cîh girtî ye.

Rêvebirê Şaxa ÎHDê ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş têkildarê naveroka raportê de agahî dan û di vî warî de bal kişand ser saxlemîya girtîyan.

“Ji girtîgehên Wan û Oltu ya Erziromê girtîyan ji me re name şandine û baldikişînin ser binpê kirinên mafên mirovan. Di van girtîgehan de lêgerîna tazî tê kirin û herî zêde zîndanî di warê sexlamîyê de pirsgirêkan dijîn. Di van girtîgehan de girtî nikarin di demê de ji nexweşxaneyan re werin şandin. Li girtîgeha Wanê zîndanîyên ku ketibûn gireva birçîbûnê nehatine derman kirin û ji ber vê çendê jî piranîya wan nexweşin. Ji bilî van rojname û pirtûkên Kurdî jî ji girtîyan re nayên dayîn.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor daneyên Wezareta Dadê, li Tirkîyê, 389 girtîgeh hene û di van girtîgehan de 264 hezar û 31 kes têne girtin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Arif Aslan 24 09 2019 Wan