Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" û çavkaniyên mediyayî û yên herêmî didin ragihandin ku ji doh û vir ve şer û pevçûn di navbera yekîneyên leşkerê Tirkiyê yên di nav axa Sûriyê da û artêşa Sûrî, li herêma Îdlibê bi taybet li dewrûberên bajarokê Seraqib dom dikin.
SOHR dide zanîn ku 6 leşkerên Tirk heta niha hatine kuştin, lê Tirkiye dibêje tenê 4 leşkerên wan hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne. Tirkîye hêzên zêdetir dişîne herêmên ku alozî hene û dixwaze xalên leşkerî yên kontrol kirinê li nêzîk bajarokê Seraqib dane. Di pevçûnan de hejmarek leşkerên artêşa Sûrî jî hatine kuştin û birîndar bûne.
Tirkiye, Rûsya û Îranê li ser aloziyên li herêma Îdlibê çendîn caran li Astana kombûne, peyman di navbera hersê aliyan de hebû ku herêma kêmkirina aloziyan ava bikin û rê li ber şer û pevçûnan bigirin. Lê niha leşkerê Sûrî û Rûsya ji aliyekî û Tirkiye û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî ji aliyek din de didomin.
Ji bo danûsûstandina li ser encam û çarenivîsa nakokiyên Tirkiyê û Rûsya li Sûriyê Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya Newa Xelîl nêrînên xwe anîn ziman û li ser rewşa niha heyî got"Berî niha Rûsya piştevaniya Tirkîyê dikir da ku li Sûriyê astengîyan bo Amerîka derxîne, lê niha tam pêçewaneyî wê, Amerîka dixwaze Tirkîye pirsgirêkan bo Rûsya derxîne".
Xelîl herwiha got, ev encama peymanên Rûsya yên bi Tirkiyê re ne, û niha Tirkîye xwe li Sûriyê belav dike û Rûsya dixwaze rêyên serke li Tirkiyê û hêzên girêdayî wê bigire.
Li gur Xelîl Amerîka piştî kuştina Qasim Silêmanî dixwaze xwe li Sûriyê bihêz bike, lê dîsan stratejîya wê ya zelal ti neye, wek Xelîl dibêje.
Your browser doesn’t support HTML5