Hest Û Helwest: Îdlib di Navbera Danûstandinên Dîplomasî Û Êrîşên Leşkerî da

Arşîv: Şanda Tirkî û Rûsî

Gera duyan ya danûstandinên di navbera şanda Tirkî û Rûsî bi armanca dîtina çareserîyekê bo nakokîyên li Îdlibê, îro Sêşemê li Moskow bidawî hatin.

Şanda Rûsî, bi serokatîya Sergey Verşinin nûnerê taybet yê serokatîya Rûsya jibo Sûriyê û şanda Tirkî jî bi serokatîya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal bû.

Tevî şandên dîplomasî yên herdu aliyan, nûnerên leşkerî û yên Îstîxbaratê jî di civînan da amade bûn.

Piştî ku civîn bidawî bûn, şanda tirkî vegerîya û da zanîn ku wan plana û pêngavên ku dê di dema bihê da biavêjin ji Rûsya ra zelal kirine. Tirkîya dibêje, wan ji Rûsya ra gotîye divê amadekarî bihên kirin jibo ku leşkerên Sûrî li Îdlibê vegerin cihên xwe yên berê û dê rejîma Sûrî neçar bikin ku ji Îdlibê xwe vekişîne.

Çavdêr didin zanîn ku şandên herdu aliyan li ser çareserîyê ne gihane ti encaman. Di heman demê da, Rûsiya dibêje, ewê li dij terorîstan li Sûriyê piştevaniya hikûmeta Sûrî ya Erebî bikin, eger çi ev yek bi dilê Amerîka ne be jî.

Bo danûstandina li ser mijarê û giringîya şerên li Îdlibê bernama "Hest û Helwest" mêhvandarîya berêz Omer Osê, endamê meclîsa Gel (parlemenê) Sûriyê ku li Dîmeşq-Şamê, û berêz Hejarê Samîl şirovekarê siyasî ji bajarê Soçî yê Rûsya kir.

Omer Osê endamê parlemena Sûriyê

Berêz Osê got"Bi bawerîya min lihevhatinek Amerîkî-Rûsî li seranserî Sûriyê dê çê bibe, piştî ku şer raweste". Omer Osê derbarê gotara Beşar Esad ya di vê demê da got"Heleb di rewşek pir xerab ya mirovahî da bû, ne av,ne nan, ne mazût tiştek nebû". Niha Heleb ji medaya rokêt û çekên grûbên çekdar yên terorîst rizgar bû, Osê dibêje. Herwiha derbarê diyaloga rejîmê bi Kurdan re, Osê dibêje, piştî şer raweste jî, gelek pirsgirêkên Sûrî hene, ji wan pirsgirêka diyar ya Kurdan e, dibe ku rêformek çû biibe û ev pirsgirêkên heyî çareser bibin.

Hejar Samil şirovekarê siyasî

Herwiha mêhvanê bernamê, berêz Hejarê Şamil da zanîn ku herçawan be, ewê Tikîye û Rûsya li ser Îdlibê li hev bikin, ji ber ku berjewendiyên wan hene.

Derbarê rewşa Tirkîyê û helwesta Amerîka û welatên Rojava Şamil got"Hem Ewrupa û hem Amerîka jî, li Îdlibê ji bingeh da, piştgîrîyê nadin Tirkîyê, jiber ku gelek caran Tirkîyê qanûn û rêbazên NATO binpê kirine, weke mînak, kirîna sîstema S-400 ji Rûsya".

Your browser doesn’t support HTML5

Hest u Helwest 18 02 2020