Di Roja Cîhanî ya Dijî Êşkencê de TİVH Û İHD'ê Raporek Balkêş Belav Dikin

Komela Mafên Mirovan IHD-Tirkiye

Bi bûneya 26’ê Hezîranê roja cîhanî ya dijî êşkencê û piştgirîya mexdurên êşkencê, Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkîyê (TİHV) û Komelaya Mafê Mirovan (İHD)ê, li Wanê û hejmarek bajarên Tirkîyê preskonferas li dar xistin û raporek hevpeş belav kirin.

Di raporê de tê gotin ku li Tirkîyê van salên dawî êdî hêzên ewlekarîyê ligor qanûnan tev nagerin û li hember xwepêşandanan û kesên desteserkirî êşkence bikar tînin. TİHV dibêje ku di dem belevbûna vîrusa korona de 605 kes jiber êşkence û tundîya hêzên ewlekarîyê serî li sazîya wan da ye.

"Di sala 2020’an de 10 jê zarok 575 kes li navêndên fermî yên ewlekarîyê rastî êşkence û muameleya xirab hatine û kesekê jî bişik canê xwe ji dest daye. Leşkerek jî ji alîyê serbazê xwe ve bi êşkece hatîye kuştin."

Li gor daneyên TİHV û İHD’ê di heman salê de li kolanan di dema xwepêşandanan de 28 jê zarok 7883 kes rastî êşkence û muameleya xirab hatine û 88 kes jî birîndar bûne.

Di berdevamîya raporê de hat dîyar kirin ku piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an revandina kesan wekî salên 1990’an zêde bûye û çarenûsa hin kesan jî nedîyar e.

"Ji serê 2020’an vir ve 16 kes hatine revandin û piştî demekê ew carek din hatine berdan. Lê Yusuf Bilge Tunç ji 8’ê Tebaxa 2019’an, Huseyîn Gulip Kuçukozyigit jî 29'ê Berfanberê 2020’an vir ve jê agahî nayê sitandin. Kesek jî piştî 44 roj an, hat zanîn ku ew li navenda hêzên ewlekarî desteser kiriye. Herwiha 2 jê zarok, 33 kes li ser torên medyayên civakî, 6 kes di zîndanan de, bi giştî 188 kes rastî gef û ferzkirina sîxurtîyê hatine."

Di berdevamîya raporê de derbarê zîndanên Tirkîyê de jî agahî hat dayîn. "Hejmara girtîyan di nava 16 salan de 5 qat zêde bûye û hejmar wan derketiye 283 hezar û 481 kesa. Di heman demî de zextên ser girtîyan zêde bûye û bi belavbûna vîrusa korona ev yek derketîye herî asta bilind."

Di rapora hevpeş de İHD'ê dibêje ku di nava sala 2020'an de 358 kes bi îdia êşkence li wan hatiye kirin, serlêdanî wan kirine. İHD'ê got ku 604 jê giran 1605 nexweş niha li zîndanên Tîrkîyê tên girtin.

Serokê Şaxa İHD'ê yê Wanê Mehmet Karataş wek sedemên binpêkirinên mafên mirovan, ne cîh anîna qanûnên bigihîn nişan dide.

"Tirkîyê bi îmzakirina peymanên navnetewî û bi qanûn xwe yên bingehîn mafên mirovan wergirtîyên bin parastinê. Lê di piratîkê de çi dem li gor qanûn tevnegerya ye û sedemên ev qas binpêkirina mafên mirovan jî ev e."

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu gotibû ku li welatê wan êşkence tune ye û hemî îdiayên li hemberî hikûmeta xwe red kiribû.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Wanê 27 06 2021