Duhok Bîranîna Çaran Ya Komkujîya Êizîyan li Bîr Tîne

Şalakiya Çaremîn salvegera Komkujiya Şengalê

Li bajarê Duhok, ku piraniya civaka Êzidî li wê herêm dijîn, li bîranîna 4an ya salvegera komkujîya Şengalê, çalakiyên hemereng li Duhok hatin encam dan, çend kunsol û berpirsên Kunsolxane û Balyozxanên biyanî yên li Îraq û herêma Kurdistanê dimînin beşdarî di çalakiyan de kirin.

Xelkê êzidî bi dilekî şkestî beşdarî wan çalakiyan bûn, hêvî û daxwazên wan ewin ku, vegerin ser malên xwe, wendiyayiyên xwe bibînin.

Daxwaza herî zêde ya civaka êzidî, pirsa ewlekarî û parastina giyanê wa ye, ew dixwazin li jêr çavdêriya aliyek navnetewî li gundewarên wan bihên parastin û di jiyanek bi ewle de jiyna xwe derbaz bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Selam Balayî - Duhok 03.08.2018