Li Çînê di Qezaya Kana Komirê de 23 Kes Mirin

Kaneke komirê ya li Chongqing, Çîn (Arşîv)

Ajansa nûçeyan a fermî Xinhua ya Çînê piştî ku roja Şemiyê ragihandbû ku di qazayekê ya li bajarê Chongqing li başûrê rojavayê Çînê de karmend asê mabûn, di encam de 23 kesan jîyanên xwe ji dest daye.

Ajansê got ku 24 kes di bin kana komirê ya bi navê Diaoshuidong de ji ber asta zêde ya gaza karbon monoksît di bin erdê de mane, û piştî zêdetirî 30 demjimêrên lêgerîn û rizgarkirinê tenê yek kes hatîye rizgar kirin.

Karê di wê kana komirê de, bi sedema kêmasîya alavan ji du mehan zêdetir bû ku girtî ye û di derbarê wê de lêkolîn dihat kirin de, di dema lêkolînan de bûyer qewimîye.

Wezareta Rêvebirîya Awarte Yekşemê bi daxuyanîyeke ya li ser malpera xwe ragihand ku Çîn îro ferman daye karbidestên herêmî ku bi biryardarî tedbîrên berbiçav bistînin da ku pêşî li ber qezayên mezintir yên nû werin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku karbidestên Encûmena Eyaletê jî bang li hikûmata Chongqing kirinin ku bo tevahîya med'enên komiran, sîstemeke kontrola hilberîna ewle ya berfireh bide destpê kirin.

Herwiha Karbidestan daxwaz kirin ku û kapasîteya hilberîna kevnar bi rengek rêk û ewledar ji holê were rakirin.

Ajansa Xinhua got, ku kanên komira Diaoshuidong, ku di 1975'an de hatîye damezrandin û ji 1998'an ve wek kompanîyeke taybet tê rêvebirin, xwedîyê şiyana gaza bilind e ku bi kapasîteya wê ya salane 120.000 ton komir e.