Çîn Dijî Çend Kompanîyên Amerîkî Toleyan Radigîhîne

Alên Amerîka û Çîn

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Zhao Lijian îro Duşemê dîyar kir ku Çîn wê dijî kompanîyên Lockheed Martin, Boeing Defence, Raytheon û kompanîyên din yên Amerîkî ku çekan difroşin Taywanê, toleyan ragihîne.

Zhao ji rojnamevanan re got ku Çîn jibo parastina berjewendîya xwe ya neteweyî tevdigere, lê wî eşkere nekir ki tole dê çi rengî bibin.

Pentagon hefteya borî ragihandibû ku wezareta derve ya Amerîka firotina sê sîstemên çekan ji Taywanê re ku tê de sensor, mûşek û topên ku bi nirxê 1.8 mîlyar dolaran, pejirandiye.

Pekîn, Taywanê wek heremeke xwe dihesibîne ku ger hewce be ewê bi dara zorê wê herêmê bixe bin kontrola xwe.

Wek gelek dewletan, Amerîka jî bi Taywanê re têkilîyên fermî yên dîplomatîk nake, lê Washington bi qanûnan mecbûr e ku jibo parastina wî welatî berhemên pêdivî peyda bike.

Rêvebirîya Trump di dema dawî de bi firotina çekan û serdanên karbidestên payebilind yên Amerîka, piştgirî ya xwe ya bo Taywanê zêde kiriye.

Hêjayî balkişandinê ye ku peywendîyên navbera Pekîn û Washingtonê jiber pirsgirêkên derbarê Deryaya Başûr ya Çînê, Hong Kong, mafên mirovan û bazirganî aloztir bûn.