Tora medyaya civakî, LinkedIn roja Çarşemê aplîkasyona xwe ya kar ku taybet e bi Çînê rawestand.
Bingeha LinkedIn li Amerîka ye û xwediyê wê kompanîya Microsoft e. Ev xizmet xebatên xwe li ser avakirina peywendiyan di nav pisporên karsaziyê de pêşkêş dike.
Rawestandina vê Appê ne ji nivşkê ve hat. Berî sê mehan sepana InCareer jibo LinkedIn ya Çînî ji şopîner û bikarhênerên xwe re got ku "pêşbaziya tund û rewşa aborî ya tije berhengariya zor û dijwar bûn sedema rawestandina wan."
InCareer pêşwext bikarhênerên xwe yên li Çînê agahdar kiribûn ku "piştî 9ê Tebaxê, hemû daneyên hesabê InCareer tên jinavbirin."
LinkedIn di sala 2002'an de hate damezrandin û di 5'ê Gulana 2003'an de bi fermî dest bi xebitandinê kir, li gor malpera wê. LinkedIn mezintirîn platforma bo kar e, ku li seranserê cîhanê nêzîkî 20,000 kes tê de kar dikin.
Li gor malpera wê, ji Gulana 2023'an û vir ve, hejmara endamên LinkedIn li çaraliyê cîhanê ji 900 mîlyonî zêdetir bûye, ku zêdetirî 200 welat û dever jî di bin siya wê de ne, ku 60 mîlyon ji wan endaman jî ji Çînê ne.