Êzîdîyên Efrînê Bê Merasîmên Girseyî lê bi Hêvîya Xurt Çarşema Sor Pîroz Kirin

Çarşema Sor, Çarşema Serê Nîsanê yan jî Sersala Êzîdî, ew rojeke pîroz e li cem Kurdên Êzîdî ku dikeve Çarşema yekê di meha Nîsanê de li gor salnameya şerqî anku ya cotkaran.

Di bawerîya vê ola kevnar de ew roja afirandina gerdûn û zemînê ye, loma Kurdên Êzîdî vê rojê weke cejn bi teqs û merasîmên taybet pîroz dikin.

Mustefa Nebo

Dor wate û koka vê cejnê hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Mustefa Şan Nebo ji me re axivî: “Ev cejna Afirandina erdê ye, loma hêg weke nûmûneya wê tên rengereng kirin, ku kelandin û hişk kirina hêkan tê wateya ku zemîn ruhin bû, berî ku Xweda Twaisê Melek bişîne û bimeyîne, herwiha reng kirina hêkan nîşaneya xemla xwezayê ye”.

Jibo Êzîdîyên Efrînê jî roja Çarşema Sor xwedî wate û girîngîyeke mezin e, ku di serdema Rêvebirîya Xweser de weke cejneke fermî dihat pîroz kirin û gelê Kurd yê herêmê ji ol û bawerîyên cuda tevlî aghenga pîrozbahîyên vê rojê dibûn.

Sûad Hiso

Hevseroka Yekîtîya Êzîdîyan Sûad Hiso awayê pîrozbahîyên li Efrînê wiha tîne ziman:

“Me bi xweşî û şadî ahenga pîrozkirina cejnê li dar dixist. Em sibê zû diçûn ser goristan û mezargehan û bi dua qurbana xwe jî amede dikir. Me herwihawek malbatan serdana hev dikirin”.

Êzîdîyên Efrînê ku sê sal in ji warê xwe dûr in, Çarşema Sor bê merasîmên girseyî pîroz dikin, çimkî qedexeya çûn û hatinê heye herwiha çênabe milet li hev bicive, ev yek jî weke tedbîrên xweparstina ji tûşbûna bi vîrusa korona ye.

“Loma her malbateke Êzîdî li hindurl malên xwe cejnê pîroz dikin ku wate û resmên cejnê pêk tînin û hêkan rengîn dikin, herwiha bi xizm û dostên xwe re bi rêya telfonan pîroz dikin”, Sûad Hiso dibêje.

Êzîdîyên Efrînê ku weke hemû gelê herêmê ji ber destdanîna Tirkîyê ji warê xwe hatine koçbewr kirin, bi hêvîya aştîyê Çarşema serê Nîsanê pîroz kirin, erê dûr in ji mezargeh û axa xwe, lê hêvîya wan heye demeke nêzîk vegerin û zêdegavîyên dijî pîrozîyên wan li Efrînê bi dawî bibin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_04_15_2020_Çarşema_Sor