Cotkarên Cizîrî Ditirsin ku Qexedeyên Korona Zararê Bigehîne Wan

Cotkarên herêma Cizîrê dest bi kar û barên çandinîyê kirine, lê belavbûna vîrusa korona bandorên neyênî li ser karê dike.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya herêma Cizîrê Selman Barûd dibêje ku wan ji hêla xwe ve pêdivîyên çandinî yên wek semad, mazot jibo cotkarên herêmê amade kirine.

"Me pirtir ji 600 hezar ton genim kirîne û tovên ku me ji cotkaran re hiştiye yên herî baş in. Hin şert û merc jibo cotkarên ku girêbestê bi Sazîya Tovê re girêde hene ku divê zevîyên wan şûvbe û avî bin.”

Li alîyekî din ve, Rêvebirîya Xweser qedexîya giştî ya jiber belavbûna vîrusa korona li deverê ragihand.

Endazyar Hesen Mihemed dibêje ku bandora qedexeyê dê ser werzê çandinîyê bike.

"Gelek cotkar hîn erdên xwe neajotine û li benda baranê ne û dema traktorên wan xira bibin wê cîhê pişesazîyê girtî bin wê ev yek bandorê li ser cotkaran bike."

Endazyar Selman Osman, ku bi xwe jî cotkar e, dibêje ku dema çandinîyê li hjerêmê kin e lewra divê rêvebirî vê yekê ber çavan bigire.

"Qedexe kete dema cot û çandinîyê wê bandorê li ser çûn û hatina cotkaran bike. Bi hêvî me ku rêvebirî barê cotkaran hinêk sivik bike."

Li bakurê rojhilata Sûrîyê çandinî çavkanîyeke serekî ya aborîya herêmê ye û dora 2 mîlyon û 500 hezar hektar zevîyên çandinîyê hene ku piranîya berhem genim û ceh in.

Lê, di salên dawîyê de cotkarên herêmê berê xwe dane çandinîya hin cûreyên din ji tovên wek kemûn û hilbê.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_26_2020_Çandinî_Korona