Hevşaredarê Berê yê Sarayê bi 7.6 Sal Zîndan Hate Cezakirin

Doza Hevşaredarê navce Sarayê Wanê Abdûlkadîr Çalişkan li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin û 7 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hate birîn.

Çalışkan di rûniştine de got:

"Ez ev du sal in di zindanê de wek siyasetmedarek Kurd rehîn te girtin. Cezakirina min jî ne bi hukuqîye, belê sîyasî ye."

Dadgehê ji bo kurê Abdûlkadîr, Baran Çalişkan jî, bi idîaya alîkarîya “rexistina terorî” 4 sal û 2 meh ceza da.

Dadgehê li xebatkarên din yên şaredarîyê Fulya Şen, Mehmet Dûndar û Ekrem Yûcel 3 sal û 2 meh cezayê zindanê birî.

Dadgehê derheqa Mehmet Zakîr Denîz, Faysal Elter, Necla Yaman, Zafer Keleş û Şadîye Uçak jî biraya berdanê da.

Parêzerê Abdûlkadîr Çalişakan Çîhan Karaman, li ser biryaren Dadgehê got ku, di dosya wan da ji bo bên cezakirin çi suçek şember tune bû.

Alîkarê Hevserokê Partîya Demokratîk ye Gelen yê bajarê Wanê Azim Yacan diyar dike ku dijî HDP operasyonen dijwar berdevam û biryaren dadgehan jî giredayî ve yeke ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Arif Aslan