Şêwekar û peykertaşê Kurd yê navdar Zuhdî Sardar roja Pênşemê li mala xwe ya bajarê Los Angeles koça dawî kir.
Malbata wî ragihandin ku sedema mirina Sardar krîza dil e.
Hunermendê Kurd di sala 1939'an de li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Îraqê ji dayîk bibû.
Your browser doesn’t support HTML5
Koça Dawî ya Hunermend Zuhdî Sardar
Ew di sala 1964'an de hatibû Amerîkayê û li vê derê bi awayekî çalak tev li civaka Amerîkî bûbû û bi hunera xwe kesitî û nasnameya Kurd nîşanî Amerîkîyan dabû.
Hevkarê me Salih Demîcer di Cotmeha borî de serdana Zuhdî kiribû û raportek li ser wî û berhemên wî amade kiribû.
Kerem kin em wê raportê careke din temaşe bikin:
Your browser doesn’t support HTML5
Hevpeyvîna Taybet bi Hunermend Zuhdî Sardar re