Facebook 29 Mîlyar Dolar Zarar Dike

Mark Zuckerberg

Karsazê Amerîkî yê mîyardêr Mark Zuckerberg roja Pêncşemê 29 mîlyar dolar winda kir jiber ku nirxa hîseyên kompanîya wî ya Meta Platforms Inc (FB.O) di nava rojeke de bi rengekî rekorî daket.

Nirxa hîseyên Meta'yê 26 ji sedî daket û zêdetirî 200 mîlyar dolar di nirxa wê ya di bazarê de jê bir.

Ev bo kompanîyeke Amerîkî heya niha jêbirina nirxa bazarê ya herî mezin ya yek-rojî ye.

Li gor Forbesê, bi vê yekê hebûna diravî û dewlemendîya Zuckerberg daket 85 mîlyar dolarî.

Damezraner û Serokê kompanîya teknolojîyê ya Meta'yê Zuckerberg xwedîyê ji sedî 12.8'ê kompanîyê ye, ya ku berê wek Facebook dihat zanîn.

Zuckerberg di dawîya Mijdara 2021'an de ragihandibû ku ew navê kompanîya xwe diguherînin û dikin Meta.

Wî dabû zanîn ku tevî ku nave kompanîya ku Facebook beşeke wê ye tê guhertin jî nave tora civakî ya Facebook wek xwe wê bimîne.

Zuckerberg 4.47 mîlyar dolar hîseyên Meta'yê firotibû, sala borî berîya veguhestina bi tevahî ya kompanîyê ya 2021'an.

Wî ev firotana hîseyên Meta'yê wekî beşek ji plansaziyek bazirganiya 10b5-1 ya pêş-sazkirî pêk anî.

Revebir yan xwedîyên kompanîyan wê rêkê bo kêmkirina fîkarên ser xwanpandinê bi kar tînin.

Zuckerberg piştî windakirina 29 mîlyar dolarên roja Pencşemê, niha di lîsteya mîlyarderên rastîn ya Forbesê de, di binê karsazên Hindî Mukesh Ambani û Gautam Adani de, di rêza 12'an de cîh digire.

Kêmbûna dewlemendîya yek-rojî ya Zuckerberg di nav windakirina herî mezin ya heya niha de ye, piştî xwedîyê sereke yê kompanîya Tesla Inc (TSLA.O) Elon Musk, di Mijdara 2021'an de 35 mîlyar dolar winda kiribû.

Ji alîyê din ve li gor pêzanînên Refinitiv, Jeff Bezos karsazê Amerîkî yê mîyardêr û damezranerê kompanîya Amazonê, xwedîyê ji sedî 9.9'ê Amazonê ye.

Jeff Bezos kesê sêyê yê herî dewlemend yê cîhanê ye, li gor Forbesê.
Forbesê dîyar kir ku qezenca safî ya Bezos di 2021'an de li gor saleke berê ji sedî 57 zêde bûye û gehîştiye 177 mîlyar dolarî.

Forbes dide zanîn ku zêdebûna qezenca Bezos bi piranî bi sedema ku di dema pandemîyê mirovan pêwîtîyên xwe bi gelemperî ji ser Amazonê bi onalynî kirîne, pêk hatiye.

Hevdem, bi saya veberhênanên Amazonê yên bo kompanîya meşînên elektrîkî Rivian, qezenca çaryeka betlaneyê ya wê zêde bû.

Amazonê ragihand ku ewê buhayên salane yên aboneyên Prime ya Amazonê yên li Amerîka zêde bike.

Herwiha di bazirganîya berfireh de hîseyên Amazonê ji sedî 15 bilind bûne û ew îro Înîyê xwe bo rêjeya herî mezin ya qezenca ji Cotmeha 2009'an vir ve, amade dike.