Li zîndanên Tirkîyê yê hejmarek girtî ji 27’ê Mijdara 2020’an vir ve bi awayekî bêdem û bi dorveger di girevên xwe birçîbûnê de ne.
Li gor rapora Komîsyona Çavderîya Zîndanan ya Wanê, niha li 107 zîndanên Tirkîyê 78 roj in girevên xwe birçîbûnê berdevam dike.
Endamê Komîsyona Çavderîya Zîndanan yê Wanê Kenan Kaya sedema dîsa desttpêkirina çalakîya zîndanîyan wek binpêkirina mafên girtîyan, giranbûna mercên zîndanan, astengkirina hevdîtinên li gel malbatan û parêzeran nîşan da.
“Armanca destpêkê şikandina tecrîdê ye, jiber ku tecrîd bi hemî êrîşan ve girêdayî ye. Tecrîd niha di şexsê rêberê gelêkê de her parçê welat tê meşandin. Sedema ev qas êrîş, bêhiquqî û zehmetîyan tev sedema berdevam kirina tecrîdê ye”
Kaya dida zanîn ku eger hikûmeta Tirkîyê qanûnên bingehîn û hevpeymanên navnetewî bîne cîh, tî pirsgirêk namîne.
Kaya îdîa dike ku tim li ser girtîyan êrîş û astengî hene û hin ji van pirsgirêkan wiha rêz kir:
“Wek me di raporên xwe de jî dîyar kirî, di encama hin êrîşan de destt, ling û pişta hin girtîyan hatiye şikandin. Li girtîgeha Tipa T ya Wanê di seat 3’yê şevê ser mezela girtîyên jin de digirin û bi awayekê tund lêgerî pêk anîbûn. Herwiha legerîna tezî ya dijî girtîyan berdevam dike. Ji alîyê din jî xizmetên saxlemîyê jî kêm in.”
Çavderîya Zîndanan ya Wanê ku ji Baroya Wanê, OHD, Wan Tuhay-Der, TİHV, TTB, IHD û SES’ê pêk tê her hefteyê bo mafên girtîyan bangawazî li hikûmeta Tirkîyê tê kirin.
Heya ev raport dihat amade kirin ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve ser vê mijarê ti bersif nehatibû dayîn.
Hêjayî bîrxistinê ye ku herî dawîyê di sala 2018’an de bi pêşengîya parlamantera berê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guvenê girevên xwe birçîbûne hatibûn kirin.
Piştî 200 rojan daxwaza wan ya dawî kirina tecrîda ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hatibû rakirin û piştî 8 salan hevdîtinên parêzeran desttpê kiribû.
Ji 7 Tebaxa 2019’an vir ve dîsa daxwaza hevdîtinên parêzerên Ocalan ji alîyê Serdozgerîya Komarî ya Bursayê ve tê red kirin.
Your browser doesn’t support HTML5