Di pişbirka çandî de ya wezareta çandê li Birlînê ya salal 2018'an, helbestvan û wergêr Ebdulqadir Mûsa xelatek wergirt li ser piroja xwe ya binavê "Serê Penaber û Palgeha Xewnan ya Vecinqî."
Ev pişbirka çandî ji bo nivîskarên ku ne bi zimanê elmanî dinivîsînin û li Berlînê dijîn.
Li gorî Ebdulqadir, piroja wî ji nav 266 pirojeyan bû, ku bi tenê 6 ji wan hatin hilbijartin û ya wî yek ji wan bû.
Ev xelat diravî ye, da ku alîkariya nivîskar bike ji bo karê nivîsînê û karibe piroja xwe bi bihinfirehî bidawî bike.
Ebdulqadir ji sala 1995'an li Elmaniya dimîne û li ser zimanê kurdî û nivîsîna wê kar dike, him bi nivîsandina helbestê yan jî wergerê.
Your browser doesn’t support HTML5