Tîrêj: Di Nava Pirsên Sîyasî li Tirkîyê de Kempeyna Xwendina bi Zimanê Kurdî

Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkiyê

Tîrêj: Di Nava Pirsên Sîyasî li Tirkîyê de Kempeyna Xwendina bi Zimanê Kurdî

“Dersa Zimanê Kurdi Bijêre” Ev slogan û dirûşma partîyên sîyasî, rêxistînên sivîl û çalakvan û akademîsyanên li Tirkîyê, kempeyna bijartîna waneyên bijartî yên zimanê Kurdi didome.

Ev kempeyn li ser torên medya civakî mijareka germ e ku reklam bo tê kirin ku dê û bavên zarokan tên handan ku zarokên xwe tomar bikin.

Ev mijare beşeke sîyasî ji bi xwe ve digire û niha bûye sloganeke partîyên oposîzyona Tirkîyê yên wek CHP, Deva û Partîya Siberojê.

Hin kes û alî bawer dikin ku ev derfetek e bo zindîkirina zimanê Kurdî, lê hinekên din jî bawer dikin ku ev lîstokeke sîyasî ya desthilata Tirkîyê ye.

Erê ev pêvajo çi qas derfet bo zarokên Kurdan peyda bikin ku zimanê xwe hîn bibin? Çima niha hikûmeta Tirkîyê rêgir nebe hember fêrbûna zimanê Kurdî yan beşeke vê yekê di qezanca desthilatê bixwe ye?

Bernamê Tîrêj zêdetir li ser vê mijarê radiweste û bi mêvanên xwe zimanzan Zana Farqinî û akademîsyen Seyfettîn Neslînebî gotûbêj dike.

Your browser doesn’t support HTML5

KF_02_03_2022_Zimanê_Kurdî