Şahîya Zimanê Kurdî li Şehba

Şahiya Zimanê Kurdî li Herêma Efrînê

Xwendekar û mamosteyên Efrînê ku li penageha Şehba derbider bûne, şahîyek bi bûneya Roja Zimanê Kurdî li dar xistin.

Li bîranîna 15ê Gulanê ku roja Zimanê Kurdî, komîteya perwerdê ya civaka demokratîk şahiyek li komlgeha Şehba pêkanî ku piraniya rûniştvanên wê komelgeha demkî derbiderên herêma Efrînê ne yên ku bi zori hatine koçber kirin û komên çekdar yên girîdayî Tirkiyê destê xwe danîne ser mal û milkê wan.

Di şahiyê de dehan xwendekar û mamostayên derbider yên ji Efrînê tevlî şahiyê bûn.

Îvana Sîdo, xwendekara Amadeyî dibêje"Bi rastî xwendina bi zimanê kurdî jibo me gelekî şêrîne û zimanê kurdî çanda me ye, emê ti carî winda nekin û zimanê kurdî jibo me her tişte."

Şahiya Zimanê Kurdî li Herêma Efrînê

Herwiha xwendekar Ebdulqadir Hesko, xwendekarê peymangehê dibêje"Ev şahiya zimanê me ye, weke dibînin, ev cejin hêza jiyankirina meye, hêza hebûna meye, yanî eger ku em bi zimanê xwe ne axivin, em nikarin bi zimanê cîranan yan zimanên din biaxivin."

Di şahiyê tekez li ser wê yekê hat kirin ku dive zarokên Efrînê û nifşê nû bi zimanê kurdî, zimanê dayika xwe perwerde bibin, herçende ku xelkê Efrînê yê derbider di rewşeke xerab ya jiyanê de debara xwe dikin, lê perwerdeya zarokan bi zimanê kurdî dom dike.

Mamosteyê Zimanê Kurdî, Cemîl Xaco dibêje"Nihe li Şehbayê zarokên mebi tîpên zêrîn zimanê xwe dixwînin, bi tîpên zêrîn perwerdeya zimanê xwe yê dayikê dibînin. Çanda xwe fêr dibin, kultura xwe fêr dibin."

Beşdarên di şahîyê de hezkirina xwe ji Zimanê Kurdî re dîyar kirin, ku tevî hemû zehmetîyan ewê parastina zimanê xwe bikin.

Herwiha şano, helbest, stran û govend jî di şahîyê de hatin pêşkêş kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo - Şahiya Ziman 16 05 2021