Zeydan: Bi Biryara YSK'ê Hêvîyên Aştîya Civakî Geş Bûn

Berbijarê Bajarvanîya Wanê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan îro Înê mazbata sitand.

Zeydan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi 55 ji sedê dengan bi ser ketibû, lê komîsyona hilbijartinê ya bajêr dîyar kiribû ku jiber ku mafên hilbijartinê yên Zeydan jê hatiye sitandin ewê mazbatayê nede wî, lê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biryar dabû ku mazbata were dayîn.

Berbijarên DEM Partî Zeydan û Neslîhan Şedal mazbata bi hevdu re sitandin.

Şedal got ku ew bi sedan sal in jibo wekhevî, dadmendî û azadîyê têkoşînê dikin.

Wê dîyar kir ku ew di rêvebirîyên herêmî de jî bi heman fikran têkoşîna xwe dimeşînin.

Zeydan jî dîyar kir ku bi biryara YSK’ê li welêt hêvîyên aştîya civakî geş bûne.

‘’Berpirsîyên me hene ku em jîyaneke azad çêkin. Êdî dem hatiye ku em jibo bajar û gelê xwe xizmetên baş bikin.’’

Wî got ku ewê bi hemî dînamîkên bajêr jibo çareserkirina kêşeyan bixebitin.

Zeydan spasîya partîyên din jî kir ku di peyvajoya mazbatayê de piştgirîya xwe jibo wî ragihandibûn.

Karbidestên Partîya Gel ya Komarî (CHP) dîyar kiribûn ku divê ew lê hêla demokrasîyê bisekinin û divê Zeydan mazbatayê bistîne.