Serokê Amerîka Joe Biden doh Duşemê dîyar kir ku rêberê El Qaîdê Eyman el-Zewahirî di êrîşeke hesas ya Amerîka de, li navenda Kabul ya paytexta Afganistanê hatiye kuştin.
Biden ser kuştina Zewahirî li Qesra Sipî gotareke pêşkeş kir û got ku niha dad bi cîh bûye û ew serokê terorîst êdî tuneye.
Biden dîyar kir ku ew derbeya herî mezin ya dijî koma mîlîtan El Qaîdê ye, ji dema ku damezrênerê wê Usame bin Laden di 2011’an de hate kuştin vir ve.
"Çiqas dem bigire û hûn li ku derê xwe veşêrin jî, ger hûn bo gelê me gegeke bin, Amerîka dê we bibîne û we derxîne," Biden got.
Karbidestên Amerîkî ku nexwestin navê wan were eşkere kirin, gotin ku Zewahirî sibeha Yekşemê saet 06:18’an de dema ku li mala xwe ya ewle ya li Kabulê derket balkonê, bi mûşekên Hellfire ji droneke Amerîkî hat êrîş kirin.
Biden ragihand ku wî piştî plansazkirina çend mehan destûr da ku êrîşa hessas li navenda Kabulê were kirin û di encamê de ti sivîl nehatine kuştin.
Karbidestekî payebilind yê Amerîkî got ku dîtina Zewahirî encama xebata berdewam ya dijî terorê ye.
Wî da zanîn ku Amerîka îsal tespît kir ku hevjîna Zewahirî, keça wî û zarokên wê li maleke ewle yali Kabulê bi cih bûne, piştre jî ditîne ku Zewahirî jî li wir e.
"Ew gelek caran li ser balkonê hat dîtin ku di dawîyê de li wir hat lêdan. Wî berdewam kir ku vîdyoyan ji malê çê bike û dibe ku hin piştî mirina wî werin weşandin, " karbidest got.
Berpirsekî rêvebiriya Serok Biden jî ragihand ku Biden bi berdewamî bi karbidestan re civya ku ku îstixbaratê binirxîne û di 1’ê Tîrmehê de jî ser operasyoneke pêşniyarkirî ji hêla serokên îstixbaratê ve hate agahdar kirin.
Biden di 25’ê Tîrmehê de destûr da êrîşa dijî Zewahirî, piştî ku wî raporek nûvekirî wergirt, heman berpirs got.
Karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Biden jî ji rojnamevanan re got ku Îstîxbarata Amerîkî bi pêbawerîyeke xurt bi rêya gelek hêlên îstixbaratê piştrast kiriye ku kesê ku hatiye kuştin Eyman el-Zewahirî ye.
Sê berdevikên rêvebirîya Talîbanê red kirin ku kuştina Zewahirî ji Reutersê re şîrove bikin.
Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd berîya niha piştrast kiribû ku roja Yekşemê li Kabulê êrîşek pêk hatiye.
Mucahîd êrîş bi tundî şermezar kir û wek binpêkirina prensîbên navneteweyî bi nav kir.
Berdevikê wezareta navxwe Abdul Nafî Takor jî dîyar kir ku malek li taxa Şêrpûr bi mûşekeke hatiye xistin.
"Jiber ku mal vala bû ti ziyanên canî çênebûn," Takor got.
Karbidestên Talîbanê îro Sêşemê li derdora ew mala li taxa Şêrpûr dorpeça ewlekarîyê ava kirin û destûr nehat dayîn ku rojnamevan nêzî malê bibin.
Berpirsekî payebilind yê Talîbanê ji Reutersê re got ku Zewahirî berê li eyaleta Helmand bû û piştî ku Talîban di Tebaxa sala borî de desthilatdarîya Afganistanê bi dest xist, ew derbazî Kabîlê bû.
Êrîşa dronî wek êrîşa yekê ya Amerîka li hundurê Afganîstanê tê pênase kirin, ji dema ku leşker û dîplomatên Amerîkî di Tebaxa 2021’an de ji wir vekişîn.
Pispor dibêjin ku ev gav dibe ku pêbawerîya Washingtonê xurt bike ku Amerîka hîn jî dikare gefên ji Afganistanê çareser bike, bêyî hebûna leşkerî ya li wî welatî.
Kuştina Zewahirî hevdem dibe sedema gumanan ku gelo Talîbanê destûr daye ku ew xwe bi cîh bike, piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de kontrolkirina Kabulê bi dest xist.
Karbidestê payebilind yê revebirîyê Adam Schiff ragihand ku Talîban ji hebûna Zewahirî ya li bajêr agahdar bû.
Schiff got ku Amerîka li bende ye ku Talîban pabendî Peymana Doha be ku rê nede çekdarên El Qaîde xwe jinûve xwe li wî welatî ava bikin.
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken jî got ku Talîbanê bi mazûvanî û sitarkirina Zewahirî peymana Dohayê ya di navbera her du alîyan de bi tundî binpê kiriye.
Zewahirî yê ku cerrahekî Misrî bû di alîkarîya plankirina êrîşên 11’ê Îlona 2001’an yên li Amerîka kiribû ku nezî 3 hezar kes hatibûn kuştin.
Amerîka, bo dîtina Zewahirî 25 mîlyon dolar xelat ragihandibû.
Malpera malpera Rewards for Justice dibêje ku tê bawer kirin ku Zewahirî di gel endamên din yên payebilind yên El Qaîde, êrîşa 12’ê Cotmeha 2000’an ya dijî keştîya ya USS Cole li Yemenê, plan kiriye.
Zewahirî herwiha jiber rola wî ya bombekirinên balyozxaneyên Amerîka li Kenya û Tanzanya di 7’ê Tebaxa 1998’an de tawanbar hatibû dîtinin, êrîşên ku 224 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 5 hezar kesên din jî birîndar bûbûn.