Zelenskyy ji Serokên Polonya, Estonya, Lîtvanya û Letonya re Spas Dike

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku ew bo paketa nû ya alîkarîya leşkerî ya 800 mîlyon dolarî ji Amerîkayê re "ji dil spasdar e".

Zelenskyy di peyama xwe ya rojane ya derengê şevê de, ji Ukranîyan re got ser axaftina xwe ya bi Serokê Amerîka Joe Biden da zanîn ku, wan ji ser şandina pirtir çekan heta toleyên tundtir li dijî Rûsya û hewlên dadgehkirina wan hêzên rûsî yên ku li Ukrayna tawanên şer kirine, gotûbêj kirine.

“Ez jibo serdana serokên Polonya, Estonya, Lîtvanya û Letonya do Çarşemê pir sipasdar e. Serokên wan car welatan ji roja yekê vir ve alîkarîya Ukrayna dikin, ew dudil nebûn in ku çekan bidin Ukrayna û herwiha guman nekirine ku toleyen ser Rûsya bisepînin."

Zelenskyy hevdem ragihand ku ew bo paqijkirina bi dehhezaran guleyên neteqîyayî u mayinên li bakurê Ukrayna, ku hêzên Rûsi di dema vekişînê li dû xwe hiştine, xebatên xwe didomînin.

Wî herwiha, ji Ukranîyên ku vedigerin malên xwe yên li wan heraman, daxwaz kir ku hay ji tiştên nenas hebin û ji polîsan ragihînin.