Zelenskyy: Hêzên Ukraynî ji Sievierodonetskê Venakişin

In this photo provided by the Ukrainian Presidential Press Office on May 29, 2022, Ukrainian President Volodymyr Zelenskyy visits the war-hit Kharkiv region. He will address the European Council on May 30 to press for more help fighting off Russian forces

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku hêzên Ukrayna ji Sievieredonetskê venekişîne û têkoşîna xwe didomînin.

Zelenskyy da zanîn ku şerê li Sievirodonetksê gur bûye û dîyar kir ku li wê herêmê yek ji pevçûnên herî giran diqewime.

''Qehremanên me dev ji enîyên xwe yên li Sievirodonetskê bernedane. Şer li kolanan dewam dike.'' Zelenskyy got.

Wî dîyar kir ku herêma Donbasê Ukraynî ye û ew dê li ser pîyan bimîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.