Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar ku hêzên Rûsya herêma Donbas ya endustrîyê bi temamî hilweşandine.
Zelenskky da zanîn ku Moskow bi awayekî bê wate bombebarana li herêma Donbasê zêdetir kiriye.
Wî Rûsya bi komkujîyê tawanbar kir û da zanîn ku hêzên Rûs hewil didin ku bi qasî ji dest wan tê welatîyên Ukrayna bikujin û zararê bidin wan.
"Hêzên Ukrayna herêma Kharkiv ya li rojhilata Ukrayna ji destên hêzên Rûs distînin lê hêzên dijmin zexta li ser Donbasê zêdetir dikin. Roja Pêncşemê li Severodonetsk bi bombebaraneke bê wate de 12 kes hatine kuştin," Zelenskyy da zanîn.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wê wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.