Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Şemiyê serdana Kîevê ya dike da ku bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re hevdîtinek pêk bîne.
Ursula von der Leyen li ser Twitterê di derbarê serdana xwe de peyamekî weşand û got ku ewê jinûve avakirina Ukrayna û pêşketinên ser tevlîbyûna Ukrayna ya Yekîtîya Ewrupa (YE) gotûbêj bikin.
" Ezê bi Serok Zelenskyy xebatên hevpar yên bo jinûve avakirinê û pêşketinên ser rêya wê Ewrupa de bi dest xistîye bi binirxînim, " von der Leyen got.
Von der Leyen ku ligel Zelensky di daxuyaniyeke kurt ya bo medyayê de, ser endambûna Ukrayna ya Yekîtîya Ewrupa (YE) de ti sozek neda.
" We bo xurtkirina serwerîya qanûnê gelek tişt kirine, lê hîn jî pêdivî ye ku reform werin kirin, wek mînak bo şerê dijî gendelîyê yan jî nûjenkirina vê rêvebirîya baş dixebite, bo alîkarîya kişandina veberhaneran," von Der leyen got.
Zelenskyy jî anî ziman ku bersîvekî erênî ya ji YE ser serîladana welatê wî Ukrayna ya bo endamtîyê wê bo Ewrupa bibe demekî dîrokî.
"Bersîvekî erênî ya YE ser serîladana Ukrayna ya bo endamtîya Yekîtîyê wê bo pirsa gelo siberoja projeya Ewrup heye yan na re jî bibe bersivek erênî,"Zelenskyy got.
Wî bi berdewamî gelê Ukraynî jixwe ji niha ve bo berevanîya azadîya hevpar beşdarî û kedek mezin nîşan daye.
Hejayê gotinê ye ku serdana duyê ya Ursula von der Leyen di demeke de pêk tê, dema ku YE serîladana Ukrayna ya bo destpêkirina proseya endambûnê dinirxîne.
Ursula von der Leyen di Nîsanê de serdana bajarê Bucha kiribû , piştî ku hêzên Rûsî ji bajar vekişîbûn li wir bi sedan laşên sivîl hatibûn dîtin.