Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê dîyar kir ku welatê wî nikare peymanake bi Moskowê re qebûl bike ku rê bide hêzên Rûsî li heremên dagîrkirî bimînin.
"Emê şereke cemidî qebûl nekin," Zelenskyy got, lê wî zêdetir hûrgulî neda.
Zelenskyy li Civîna Civata CEO yên Wall Street Journal de axifî û got ku hêzên Ukraynî, di qonaxa yekê ya şer de, dagirkîya Rûsya rawestandine.
Wî da zanîn ku hêzên Ukraynî wê di qonaxa duyê de, hêzên Rûsî ji axa xwe derxîne û di qonaxa sêyê de wê bo vegerandina yekparçeyîya axa Ukrayna tekoşînê bike.
Zelenskyy herwiha destnîşan kir ku divê Serokê Rûsya Vladimir Putin razî bibe ku bi wî re hevdîtinê bike ku ser peymaneke bo bidawîkirina şer danûstandin werin kirin.
Wî anî ziman ku girîng e danûstandinên aştîyê bidomin lê, wî bi berdewamî wiha got:
"Heta ku serokê Rûsya wê îmza neke yan jî daxuyanîyeke fermî nede, ez wateya peymanên bi vî rengî nabînim."