Zelenskyy Bang li Amerîka Dike ku Çekên Dûravêj Bide Hêzên Ukraynî

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê li Komara Çek bang li Amerîka kir ku çekên dûravêj bide Kîevê.

Zelenskyy di preskonferansa bi hazirbûna Serokwezîrê Komara Çek Petr Fiala re got ku jibo têkoşîna dijî hêzên Rûsî mezin bibe hewcedarîya wan bi çekên dûravêj heye.

‘’Dema çekên dûravêj tunebin, ne bi tenê meşandina operasyonan, lê berevanî jî dikeve rewişeke dijwar. Em bi Amerîka re ser çekên dûravêj danûstandinan dikin û dayîna çekan bi tenê girêdayî biryara Washingtonê ye."

Zelenskyy jibo danûstandinên ser endamtîya li NATO îro serdana Prag ya Komara Çek û Stenbol ya Tirkîyê dike.

Li Komara Çek, Zelenskyy ji Pragê xwest ku bo endamtîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) jî piştgirî bide Kîevê.

Jêder: Reuters