Zelenskyy: Ukrayna Wê bi Firokên F-16 Rûsya Têk Bibe

KOPENHAGEN — Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê li Danîmarka got ku ew bawer dike ku F-16’ên Amerîkî dikarin dawî li dagirkerîya Rûsya bînin.

Danîmarka û Holanda do Yekşemê dîyar kiribûn ku ewê F-16’an bidin Ukrayna.

Ew her du dewlet didin zanîn ku 6 F-16’ên pêşîn wê li dora sersalê bikevin destê Ukrayna.

Washingtonê, berê Zelenskyy serdana Danîmarka bike ku dayîna firokan pejirandibû.

Zelenskyy li Danîmarka got ku ew bawer dikin ku wê Rûsya di şer de têk biçe.

Rûsya berê gotibû ku firokên F-16 yên jibo Ukrayna wê şer gurtir bikin.

Hêzên Rûsî bi qasî ji pênc paran pareke Ukrayna dagir kirine û Kîev jibo derxistina wan li ber xwe dide.

Balyozê Rûsya yê li Danîmarka Vladimir Barbin dîyar kir ku biryara Kopenhagê ya ser dayîne firokan girjîyê gur dike.

Barbin got ku Danîmarka jibo Rûsya û Ukrayna xêncî domandina şer ti rêkên din nahêle.

Artêşa Ukrayna dîyar kir ku ew firok jibo pêşveçûna wan ya dijî hêzên Rûsî pir girîng in.

Li gor fermandarên artêşa Ukrayna serketina li esmên dê rê li pêşketina li erdê jî veke.

Wezîrê Berevanî yê Danîmarka Jakob Elleman-Jensen dîyar kir ku Ukrayna dikare wan firokên F-16 bi tenê li axên xwe bi kar bîne.

Jensen got ku ew F-16 bi tenê jibo derxistina hêzên dijmin didin Ukrayna, ne seba tiştekî din.


Holanda û Danîmarka li gorî peymanekê ku Serokê Ukrayna Zelenskyy ew weke demk"dîrokkî" bi nav kir dê firokeyên şer yên F-16 bidin Ukrayna.

Danîmarka dê 19 firokan bide Ukrayna. 42 firokên F-16 yên Holanda jî hene, lê hîn nayê zanîn ku ewê çendan bide.

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Oleksiy Reznikov pêr Şemîyê dîyar kir pîlotên Ukraynî dest bi perwerdeyê kirine û got ku pewerdeya endezyar û teknîkeran jî wê bi kêmî ve 6 mehan bidome.

Jêder: Reuters