Zelenskyy: Tankên Abrams yên Amerîkî Giheştin Ukrayna

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê ragihand ku tankên Abrams yên Amerîkî giheştine destê wan.

Zelenskyy dîyar kir ku wezîrê wî yê berevanîyê Rustem Umerov agahî daye wî ku tank hatine, lê eşkere nekir ku hejmara wan çend e.

Tankên Amerîkî yên bi motorên jet yek ji daxwazên herî mezin yên Ukrayna bû ku Washington di dawîyê de qayil bû ku 30 tank bide wê.

Dewletên Ewrupî jî bi dehan tankên Leopar yên Alman û Challeng yên Brîtanî ji Ukrayna re şandine.

Ukrayna dijî hêzên Rûsî operasyonan li dar dixe, pêşve diçe, lê hîn nehatiye wê astê ku hêzên li hember xwe tam paşve vekişîne.

Zelenskyy got ku ew spasîya hevbendên xwe diku ku ew li ser sozên xwe disekinin.

Serokê Amerîka Joe Biden hefteya borî gotibû ku ewê tankên pêşî yên Abrams hefteya pêş bigihejin Ukrayna.

Jêder: Reuters