Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy Serokê nû yê Amerîka Donald Trump ser gera wî ya nû ya seroktîyê pîroz kir.
Zelenskyy, ku bi qasî 3 sal in li hember dagirkerîya Rûsya li ber xwe dide, ser fersenda aştîyê axifî.
‘’Serok Trump her tim bi îstiqrar e û gotinên wî yên ser sîyaseta aştîyê ya bi rêka hêzdarîyê, jibo pêşvebirina rêberîya Amerîka û bidestxistina aştîyeke rewa û demdirêj, ku mijara herî girîng e, fersendekê çêdikin.’’
Wî dîyar kir ku ew hêvî dikin ku bi rêvebirîya Trump re hevkarîya jibo her du alîyan jî kêrhatî çêkin.
Zelenskyy got ku ew bi hev re hîn xurt in û dîyar kir ku ew bi hevkarîyê dikarin zêdetir ewlekarî, îstiqrara aborî û pêşveçûna aborî bidin cîhanê.
Trump çend caran banga agirbestê kir û bê ku hûrgilîyan bide soza sekinandina şer kir.
Jêder: Reuters