Zelenskyy Dibêje Biryarderîya Trump Dikare Aştîya Rewa Bîne Ukrayna

Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê serokê hilbijartî Donald Trump wek rêberekî xurt bi nav kir û got ku ew li bendê ye ku di bin seroktîya wî ya pêgir de Amerîka serdemeke hêzdar biborîne.

Zelenskyy yek jî rêberên cîhanê yên pêşî bû ku pîrozbahî li Trump kiribû ku zêdebûna piştgirîya leşkerî û darayî ya Amerîkî ya ji Kîevê re rexne kiribû û soza dawîkirina şerê bi Rûsya re dabû.

"Helwesta Serok Trump ya pêgirîya jibo aştîya bi hêz ya di karûbarên cîhanî de cîhê pesnê ye. Ev prensîba Trumpe ku di pratîkê de dikare aştîya rewa li Ukrayna nêzîktir bike. Ez hêvîdar im ku emê bi hevre vê yekê bikin rastî."

Hêjayî balkişandinê ye ku serketina Trump ya hember Cîgira Serok Kamala Harris fikaran li ba Ukrayna çêkirîye ku piştevanîya Washingtonê di rojên siberojê de wê çawa be.

Amerîka hêza serekî ye ku di berevanîya Ukrayna ya hember dagirkerîya Rûsya de piştevanîya herî pir daye Kîevê.