Zelenskyy jiber Gurbûna Şerê li Kharkivê Serdana Îspanya û Portekîzê Paş Xist

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy serdanên xwe yên li Îspanya, Portekîz û jimareke dewletên din paş xistin.

Berdevikê Medya yê Zelenskyy, Sergii Nykyforov ji Facebookê ragihand ku serokê welêt jiber êrîşên hêzên Rûsî yên li bakurê Kharkivê biryar daye ku neçe welatên derve.

Nykyforovê dîyar kir ku Zelenskyy ferman daye ku hemî çalakî û serdanên roja pêş werin paş xistin û demên wan dûre jinûve werin dîyar kirin.

Jêderên hikûmeta Îspanya jî dîyar dikin ku Zelenskyy serdana xwe betal kiriye, lê sedemê eşkere nakin.

Çaverê bû ku Qralê Îspanya Felipe jibo Zelenskyy 17’ê Gulanê resepsîyonek çêkira û jibo şerefa wî şîvek bida hazir kirin.

Li ber bû ku Zelenskyy bi Serokwezîrê Îspanya Pedro re bicive û bi wî re peymana hevkarîya ewlekarîyê îmza bike.

Îspanya piştî Rûsya Sibata 2022yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir tevî dewletên din yên YE soz da ku ewê piştgirîya darayî û leşkerî bide Ukrayna.

Zelenskyy dikira serdana Portekîzê jî bikira. Hikûmeta Portekîzê ragihand ku Zelenskyy serdana xwe betal kiriye, lê ti sedem eşkere nekir.

Jêder: Reuters