Zelenskyy: Hêzên Ukraynî li Soledarê Zararên Mezin Dane Leşkerên Rûsî

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi vîdeoyekê ragihand ku li Soledar ya li rojhilata welêt hêzên Ukraynî çepên xwe digirin û zararên mezin didin leşkerên Rûsî.

Berpirsekî Rûsî yê li herêma Donetsk ya Ukrayna gotibû ku Soledar ketiye bin kontrola hêzên Rûsî.

Zelenskyy di axaftina xwe de jiber serketina li Soledarê spasîya yekîneyên Ukraynî kir, lê ser şerê li wî bajarî zêdetir agahî neda.

Serokomarê Ukraynî dîyar kir ku ew bi fermandarên payebilind re ser şerê li dora Soledarê axifîye û wan ser gavên pêdivî axifîn.

Zelenskyy got ku ew herwiha bi hevbendên xwe re jî ser şandina çek û cebilxaneyan peyivîye.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Moskow dibêje Amerîka û hevbendên wê bi piştgirîya bo Kîevê di şerê Ukrayna de ne.

Jêder: Reuters