Zelenskyy Dibêje Rûsya Dixwaze Seferberîyeke Nû Ragihîne

Nan foto sa a ke Biwo Lapres Prezidans Ikren nan pibliye, Prezidan Volodymyr Zelenskyy (a goch) pale ak solda nan lye kote youn nan batay pi fewos lage ak Larisi a dewoule, Bakhmut, 20 Desanm, 2022.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku Rûsya plan dike ku fermaneke nû ya leşkerîya mecbûrî ragihîne ku bo êrîşeke nû ya mezin pirtir leşkeran bicivîne.

Zelenskyy got ku ti gumana wî tuneye ku desthilatdarên niha yên Rûsî wê hemî tiştên pêkan bikin ku leşkerên nû kom bikin, şer dirêj bikin û têkçûna xwe dereng bixin.

Wî bi berdewamî got ku divê ew planên Rûsan têk bibin û ew jibo wê yekê amade ne.

Kîev, ev demeke dirêj e ku dibêje Serokê Rûsya Vladimir Putin plan dike ku fermaneke din ya seferberîyê ragihîne û sînorên xwe bigire ku nehêle welatîyên zilam ji fermanê birevin.

Şirovekar bale dikşînin ku Moskow jiber êrîşa Ukraynî ya şeva sersalê li bajarê Makiivka, ku 89 leşkerên Rûsî tê de hatibûn kuştin, dibe armanca rexneyên pir giran loma jî hewil dide ku serketina enîya xurt bike.