Guterres û Erdogan li Ukraya bi Zelenskyy re Civîyan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Ukrayna bi Serokê Ukraynî Volodymr Zelenskyy re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de mijarên wek misogerkirina derfirotina genim û dexilên din û parastina enerjîya navokî ya herî mezin li Ewrupa hatin nirxandin.

Civîn, li bajarê Lyiv ya ser sînorê Polonya, ku ji enîya şer dûr e, hate kirin û cara yekê ye piştî destpêkirina şerê Ukraynî ye ku Erdogan serdana wî welatî dike.

Serokê Tirk Erdogan ji mjve xwe wek aştîçêkerek nîşan dide û dixwaze rola navbeynkarî di navbera alîyên şerker de bilîze.

Tevî ku Tirkîye endama NATO ye, ew ji alîyê aborî û bazirganî ve nêzîkî Rûsya y û hewildide ku hevsîngî di navera Rûsya û Ukrayna de bigire.

Malpera Zelenskyy ragihand ku di civînê de Tirkîyê qayil bû ku di avakirina binsazîya Ukrayna de bibe alîkar û rê û piran ava bike.

Zelenskyy jî ji Guterres xwestiye ku bila Neteweyên Yekbûyî ser rewşa wan Ukraynîyan lêkolînê bike ku Moskowê ew birine Rûsya.

Zelenskyy herwiha ji Guterres daxwaz kiriye ku ibo azadkirina leşker û karmendên saxlamî yên Ukraynî yên dîlgirtî alîkarî bide wan.

Di rojeva her sê rêberan de rewşa kargeha navokî ya Zaporizhzhia ya başûrê Ukrayna, ku niha bin kontrola Rûsya ye, cîhekî girîng girt.

Di vê demê de ku tirsa wêranîyeke navokî li dora Zaporizhzhia zêde dibe, Moskow û Kîev hevdu bi êrîşkirina ser wê kargehê tawanbar dikin.

Zelenskyy û Guterres hevbîr bûn ku pisporên Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) serdana Zaporizhzhia bikin, lê heta niha nayê zanîn ku Rûsya wê rê bide tiştekî wiha.

Li gor malperê, Zelenskyy ji Guterres re gotiye ku divê ew kargeh cîhekê neleşkerî be.