Zelenskyy Dibêje bi Şertê Dawîkirina Şer Ew Dikare bi Putin re Bicive

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê got ku ew hazir e bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re rûbirû biaxife.

Zelensky ev gotin li Konferansa Ewlekarî ya Munîhî bi Îngilizî kir.

‘’Bi Rûsîyan re, bi tenê Rûsîyekî re, bi Putin re, piştî ku bi Trump û Ewrupa re planeke me ye hevbeş hebe ezê hevdîtinê bikim.’’

Wî got bi şertê ku ew dawî li şerê li Ukrayna bînin ew dikare bi Putin re bicive.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de li hember dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Serokê Amerîka Donald Trump pêr Çarşemê bi rêka telefonê bi Putin û Zelenskyy re axifî û dîyar kir ku ewê dest bi danûstandinên aştîyê bikin.

Trump ser Putin got ku li gor nêrîna wî ew dixwaze dawî li şer were.

Zelenskyy jî ser axaftina bi Trump re got ku ew derbarê aştîyeke mayînde peyivîne.

Jêder: AFP