Serokomarê Ukraynayê Voldoymyr Zelenskyy ragihand ku li welêt qutbûna elektrîkê didome û bi qasî 9 mîlyon kes bê elektrîk in.
Zelenskyy dîyar kir ku her çiqas karkerên elektrîkê tamîrê dikin jî di Noelê de hin kêşe dewam dikin.
Wî got ku ew hewil didin ku rê li ber qutbûna elektrîkê bigirin.
Rûsya di demên dawî de bi muşek û dronan êrîşan dibe ser binesazîyên bajaran û zararê dide xetên enerjîyan.
Karbidestên Ukraynî bang li welatên cîhanê dikin ku bo xurtkirina berevanîya esmanî alîkarî bidin Kîevê.
Krremlînê di rojên borî de gotibû ku ger Ukrayna naxwaze welatîyên wê di rewşeke dijwar de bimînin divê li gor daxwazên Moskowê tevbigerin.