Zelenskyy Wê Serdana Polonya Bike

Şêwirmendê Derve yê Serokomarê Polonya Marcin Przydacz îro Duşemê got ku tê çaverê kirin ku Serokomarê Ukrayna serdana welêt bike.

Przydacz dîyar kir ku ew li bendê ne ku Zelenskyy roja Çarşemê were welêt.

‘’Serdan wê li ser vexwendina Serok (Andrzej) Duda çêbe. Ne tenê li ser rewşa ewlehîyê, lê wê li ser piştgirîya aborî û sîyasî jî axaftinên dirêj û berfireh çêbibin.’’ Przydacz got.

Wî dîyar kir ku serdana Zelenskyy dê fermî be.

Zelenskyy dê roja Çaşremê li Meydana Keleha Warşowyê bi wan Polonî û Ukraynîyan re bicive yên ku ji şer reviyane û li Polonya dimînin.

Serokomarê Ukrayna herî dawî di Berfanbara 2022yan de, dema gera xwe ya li Amerîka bi hevtayê xwe yê Polonî re hevdîtin kir.

Polonya cîranê Ukraynayê ye û peywendîyên her du dewletan dîrokî û kûr in.

Hejmarake mezin ya Ukraynîyan li Polonya penaber in.

Jêder: Reuters