Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê 2ê Cotmehê rizgarkirina bajarokê sereke yê rojhilatê Lymanê ragihand û got "bajar bi temamî hat paqij kirin" ji hêzên Rûsyayê.
Ev daxuyaniya Zelenskyy rojek piştî ragihandina Moskowê hat dema gotbû, leşkerên wê biryar dane ku xwe ji keleha xwe ya mehane ya li bakurê herêma Donetskê vekişînin.
Zelenskyy di tomareke vidoeyyî ya kurt da ku li ser kenala xwe ya Telegramê weşand got, "Heta demjimêr 12:30 Lyman bi temamî hatiye paqijkirin."
Doh Rûsyayê ragihand bû ku hêzên wê dê dev ji bajarokê Lyman yê li rojhilat berdin, yê ku Rûsyayê dagîrkir bû, Rûsya ji bajarokê Lymanê yê stratejîk ê girîng vekişya, ku hêzên wê di dema şerê Ukraynayê de dagir kiribûn.