Zelenskyy: Ser Hevkarîya Koreya Bakur û Rûsya Bertekan Nîşan Bidin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jung Un

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê bang li hevbendan kir ku xwe veneşêrin û ser delîlên ku nîşan didin Koreya Bakur bi Rûsya re dijî Kîevê şer dike bersîvê bidin.

Zelenskyy got ew dizanin ku bi qasî 12,000 leşkerên Koreya Bakur hazirîyê dikin ku bi hêzên Rûsî re dijî Kîevê şer bikin.

‘’Ev gefxwarinek e, lê em dizanin ku emê çawa bersîvê bidin vê gefxwarinê. Ya girîng ev e ku hevbendên me ji ber vê gefxwarinê nerevin.’’

Wî got ku hejmara mirîyên di şer de ne xema Rûsya û Koreya Bakur e û dîyar kir ku jiber ku ew dixwazin dawî li şer were divê ew Rûsya û hevbendên wê rawestînin.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya John Healey jî îro Sêşemê got ku li gumanên xurt raber dikin ku Koreya Bakur jibo bi Rûsya re dijî Ukrayna şer bikin dest bi şandina bi sedan leşkeran kiriye.

Karbidestekî payabilind yê Amerîka do Duşemê got ku ger Koreya Bakur jibo Rûsya leşkeran dişîne ev rewşeke fikarçêker e.

Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte jî do Duşemê dîyar kir ku Koreya Bakur bi şandina leşkeran wê girjîyê bi awayî berbiçav gur bike.

Jêder: Reuters