Zelenskyy li Civata Giştî Ser Piştgirîya jibo Kîevê Dipeyîve

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê wê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxife.

Zelenskyy wê di axaftina xwe de wê hem dijî dagirkerîya Rûsya alîkarîyê bixwaze hem jî bang li civata navneteweyî bike ku jibo Moskow dawî li şer bîne zextê li ser çêke.

Ber axaftina Zelenskyy, Serokê Rûsya Vladimir Putin li Civata Giştî ew nikare bi serê xwe dawî li pevçûnan bîne lê ew dikarin jibo aştîyê zorê bidin xwe.

Di heman civînê de Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li dewletan kir ku piştgirî bidin Ukrayna û dîyar kir ku Kîev jibo jîyanê têkoşînê dike.

‘’Eger dewlet piştgirî jibo Rûsya rawestînin ewê di demeke nêz de dawî li dagirkerîya Putin were, eger dewlet piştgirîya jibo Ukrayna bisekinînin dibe ku dawî li wê dewletê were.’’

Balyozê Rûsya Vassily Nebenzia fikarên Blinken yên ser Ukrayna red kir.

Nebenzia dîyar kir ku ew dijî Ukrayna, lê ew dijî desthilata Kîevê ya sûcdar ya gel dibe ber felaketê şer dikin.

Wî got ku îdiayên dijminên Moskowê çi bin şerê wan ne şerekî ser axê ye û ew jibo mafên mirovan têkoşînê dikin.

Îro Çarşemê li Civata Giştî Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokê Gana Nana Akufo-Addo, Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez , Serokê Senegalê Bassirou Diomaye Faye, Serokê Ekvadorê Daniel Noboa û Serokê Giravên Marshall Hilda Heinew jî wê biaxifin.

Jêder: VOA