Zelenskyy: Almanya Dê Sîstemên Patriot Bide Kîevê

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku Almanya dê hin sîstemên din yên berevanîyê yên Patriot bide Kîevê.

Zelenskyy got ku wî û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ser Patriotan li hev kiriye.

‘’Pir spasîya te dikim Olaf, ew Patriot jibo gelê me li hember terora Rûsî berevanîya xwe bike, hewce ne.’’

Almanya do Çarşemê dîyar kiribû ku ewê du rampayên din yên Patirot bide Ukyran.

Serokwezîrê Ukrayna dîyar kir ku ew Patriot dê kêrî wan werin ku ewê pê li esmên mertalan çêkin.

Zelenskyy got ku ewê bi wan berevanîya gund, bajar û mirovan bikin.

Patriotên Raytheon yên jibo berevanîya esmên rê li ber muşekan digirin.

Jiber ku hevbendên NATO piştî şerê sar berevanîya esmên kêmtir kirin ew hindik têne çêkirin.

Jêder: Reuters