Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku divê Rojava qebûl bike ku Rûsya li Gurcistanê serketî bûye kiriye.
"Divê em qebûl bikin ku îro li Gurcistanê Rûsya serketî bûye. Pêşî, wan beşek ji Gurcistanê sitand, paşê wan sîyaset û hikûmeta wê guhertin. Niha jî li Gurcistanê hikûmetek alîgirê Rûsya heye, “ Zelenskyy di peyameke vîdyoyî de got.
Zelenskyy hişyarî da ku ger dewletên Rojavayî xetên sor yên Rûsyayê derbaz nekin, li ber e heman tişt li Moldova jî biqewime.
Encamên fermî ragihandibû ku Partîya Xewna Gurcistanê ya desthilatdar nêzî % 54 ji dengên roja Şemîyê bi dest xistine, lê partîyên opozîsyonê yên alîgirên Rojava û seroka Gurcistanê dibêjin ku encam ne rewa ne.
Yekîtîya Ewrupa, NATO û Amerîka jî daxwaza lêkolîneke rêkûpêk li ser raportên kirîna dengan, tirsandina hilbijeran û tijîkirina sindoqên dengan ji hêla çavdêrên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) û sazîyên din were kirin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê do Sêşemê ragihandibû ku li hin navendên dengdanê sindoqên denganê jinûve werin jimartin.
Jêder: Reuters