Zelenskyy Fermandarekî Payabilind yê Herêma Donbasê ji Kar Dûr Xist

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy fermanderekî payabilind yê hêzên Ukraynî ji kar dûr xist.

Zelenskyy bi biryarnameyekê ragihand ku Eduard Moskalyov ji kar hatiye dûr xistin, lê ser sedema dûrxistina wî ti agahî neda.

Moskalyov li herêma Donbasê di şer de bû û wî di Adara 2022’yan de, demeke kin piştî Rûsyayê Ukrayna dagir kiribû, wek fermanderekî payabilind dest bi kar kiribû.

Hesabên hêzên Ukraynî jî ne di Facebookê de ne jî Twitterê behsa jikardûrxistinê nekirin.

Hêzên Rûsî bo Donbasê bi temamî dagir bikin operasyonên berfireh li dar dixin.

Zelenskyy di demên dawî de ser şerê li Donbasê dibêje çetin e û bi êş e.

Serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ukrayna ragihand ku hêzên Rûsî do li hêla Bakhmutê êrîşên neserketî li dar xistine.

Jêder: Reuters