Zelenskyy Bang li Rêberên G7 Dike ku jibo Ukrayna Planeke Marshall Durist Bikin

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê ji rêberên welatên G7 xwest ku jibo nûveavakirina welatê wî Plana Marshall bipejirînin.

Zelenskyy dîyar kir ku jibo Ukrayna vegere ser asta berî dagirkerîya Rûsya pêdivîya wan bi planekê heye.

‘’Jibo Ukrayna xwe topî ser hev bike em hewcedarê planeke zelal in. Eynî wek Plana Marshall ya piştî şer jibo Ewrupa hat hazir kirin pêdivîya me bi planekê heye.’’

Plana Marshall piştî Şerê Cîhanê ya Duyê ji alîyê Amerîka ve jibo hevbendên wê yên Ewrupî ve hatibû destpêkirin, têde bernameyên alîkarîyê yên bi mîlyar dolarî hebûn û aborîya dewletên Ewrupî jinûve geş kiribû.

Banka Cîhanê dide zanîn ku jibo jinûveavakirina Ukrayna 500 mîlyar dolar pêdivî ye.

Moskowê bi qasî 28 mehên berê jibo şer bi deh hezaran leşkerên xwe şandin Ukrayna ku hêzên Rûsî îsal hin herêm bi dest xwe xistin û ne çaverê ye ku di demekê nêz de dawî li şerê her du alîyan were.

Zelenskyy bi berdewamî dîyar kir ku rakirina sînordarkirinên ser karanîna çekên dewletên Rojavayî berevanîya wan xurt kiriye.

Wî dîyar kir ku bi destûra ser karanîna çekan dijî hedefên li nav Rûsya bi taybetî berevanîya jibo bajarê Kharkiv yê li rojhilata Ukrayna çêtir bûye.

Rêberê Ukraynî got ku hîn jî pêdivîya wan bi sîstemên berevanîya esmên heye û ew dixwazin kanînên xwe yên ser dûravêjîyê pêşve bibin.

Jêder: Reuters