Zelesnkiyy Bang li Biden Dike ku Beşdarîya Hilcivîna Aştîyê Bike

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê got ku ger Serokê Amerîka Joe Biden beşdarî hilcivîna aştî ya meha Hezîranê nebe, ewê bibe serketina Serokê Rûsî Vladimir Putin.

Kîev mêvandarîya hilcivîneke aştîyê dik ku di meha were de li Swîsreyê pêk tê û xencî Biden, Serokê Çînê Xi Jinping yê hevbendî nêzîk yê Putin jî vexwendî ye.

"Ez dizanim ku Amerîka piştgirîya hilcivînê dike, lê em nizanin ku di kîjan astê de, “Zelenskyy di preskonferansa bi amadebûna Serokwezîrê Belçîka Aleksander De Croo de li Brukselê got.

Zelenskyy da zanîn ku serketina hilcivîna wan girêdayî beşdarbûna Biden e.

“Hilcivîna me hewceyî Serok Biden e û rêberên din jî li hatina Biden dinêrin jiber ku helwesta Washingtonê girîng e. Beşdarnebûna wî çêpiklêdana ji Putin re ye û tawandina serî li ber Putin e.”

Ukrayna hewil dide ku mazûvanîya gelek dewletan bike ku helwesteke hevbeş derxîne pêş ku çawa givaştinê li ser Rûsyayê bike ku şerê heyî bisekinîne.

Washingtonê piştgirîya xwe ji hilcivînê ragihandiye, lê heta niha eşkere nekiriye ku Biden wê beşdarîya wê hilcivînê bibe yan ne.

Zelenskyy roja Yekşemê bang li Biden û Serokê Çînî Xi Jinping kiribû ku di hilcivînê de amade bin.

Jêder: AP