Zelenskyy Dibêje Rewşa li Bakhmutê Dijwartir Dibe

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê ser rewşa li derdora Bakhmut hişyarî da ku li enîyên şer rewş roj bi roj dijwartir dibe.

‘’Dijmin bi berdewamî êrîşan dibe ser wan tiştan ku em pê parastina xwe dikin, Leşkerên me qehremanên rastîn in,’’

Zelenskyy di saetên borî de fermanderekî payabilind yê li hêla Bakhmutê ji kar dûr xistibû, lê sedema wê yekê eşkere nekiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya di demên dawî de bi taybetî giranî dide ser operasyonên li dora Bakhmutê jiber ku ew bajarê stratejîk li ser rêya Sloviansk û Kramatorsk ya li Donbasê cîh digire.

Jêder: AFP