Zelenskyy: Ukrayna Pêdivî bi Berevanîya Esmanî û Alîkarîya Sîstema Enerjîyê Heye

Tîmên rizgarkirinê li pêş xaniyekî taybet in, ku di êrîşa asmanî ya Rûsî de wêran bûye, Kharkiv, Ukrayna, 10 Hezîran, 2024.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy careke din pêwîstîya bi berevanîya esmanî û sîstema enerjîyê ya welatê xwe destnîşan kir.

Zelenskyy di Konferansa Hêzkirina Ukrayna (URC 2024) de, îro Sêşemê li Berlînê axivî. Konferans ji alîyê Almanya ve tê darxistin.

Wî dîyar kir ku hêzên Rûsî binesazîya enerjîyê bi dron û mûşekan dikin armanc û jiber wan Ukrayna êrîşên ji nîvê karîna hilberîna enerjîyê ya Ukrayna ji zivistanê vir ve têk çûye.

Serokê Ukraynî ragihand ku piştî du salan ji şer, artêşa Ukrayna nîşan dide ku ew dikare enîyên pêş bigire û xwe bigihîne Deryaya Reş.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Serokwezîrê Almanya, li Berlînê ser Konferansa Xurtkirina Ukrayna (URC2024) de, li preskonferanseke diaxifin, 11 Hezîran 2024.

"Mezintirîn avantaja stratejîk ya Rûsya li hember Ukrayna serdestîya li esmên e. Terora wê ya mûşek û bombeyan alîkarîyê dide hêzên Rûsî yên bejayî ku pêşve biçin," wî got.

Zelenskyy destnîşan kir ku "berevanîya esmanî bersiv e" dijî êrîşên Rûsî.

Wî anî ziman ku Ukrayna çaverê ye jibo pêdivîyên leşkerî û binesaziyê bi mîlyaran dolar alîkarîyê peyda bike.

Konferansa Berlînê çend roj berî hilcivîna aştiyê li Swîsre pêk tê, ku 90 welat û rêxistin wê li ser nexşerêyekê jibo aştiyê û çawanîya beşdarkirina Rûsya û Ukrayna di pêvajoya aştiyê de, gotûbêj bikin. Rûsya beşdarî hilcivîna li Swîsre nabe.

Herwiha, hilcivîna rêberên NATO jî di Tîrmehê de li Washingtonê pêk tê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro got ku ew pêşbînî dike ku wê hevbend hevbîr bin NATO "serkêşîya peydakirina alîkarîya ewlekarîyê, perwerdehîyê û peymaneke darayî ya dem-dirêj ji Ukraynayê re bike."

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji AFP û Reuters hatine wergirtin.