Zelenskiyy Dibêje Rûsya Nikare bi Hêza Xwe ya Navokî ji Darizandinên Tawanên Şer Bireve

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy îro Înê got ku Rûsya difikire ku ewê bi xêra hêza xwe ya navokî bikaribe ji darizandina tawanên şer xwe xilas bike.

Zelenskiyy ev daxuyanî di civîneke koma lêkolînê ya sîyaseta derve ya Chatham House ya Brîtanî de ragihand.

"Ew bawer nakin ku ewê bi sedema tawanên şer werin berpirsiyar dîtin,jiber ku hêza wan ya dewleta navokî heye."

Zelenskyy herwiha dîyar kir ku îro 72 roj e ku şer di tevahîya qadan de bi tundî berdewam dike û ew nikarin dawî lê bînin.

Zelenskiyy bi berdewamî got ku Ukrayna hês nake ku Rûs dawîkirina şer dixwazin.