Zelenskiy Xurtkirina Artêşa Ukrayna Ragihand

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy îro Sêşemê biryarnameyek îmza kir ku di nav sê salan de heza leşkerîya Ukraynayê bi qasî 100.000 leşkeran pirtir bike û mûçeyên leşkeran zêde bike.

Zelenskiy bang qanûndaneran kir ku aram bimînin û xwe ji panîkê dûr bixin.
Wî ragihand ku wî fermana zêdekirinê "ne jiber ku di demek e nêz de wê şerek derkeve. Lê, bo ku demûdest û di pêşerojê de li Ukraynayê ewê aştî çê bibe."

Rûsyayê zêdetirî 100.000 leşker li nêzî sînorên Ukraynayê bicîk kiriye, hevdem planên dagirkirinê red dike - kiryarek ku Amerîka û hevalbendên wê hişyarî didin ku ewê bibe sedema toleyên tund.

Hêzên çekdar yên Ukraynayê niha nêzî 250.000 in, li gor hêza giştî ya Rûsyayê ku dora 900.000 e.

Herwiha, Zelenskiy ji parlementerên Ukraynayî re destnîşan kir ku "divê em di sîyaseta navxweyî de bibin yek. Hûn dikarin dijî hikûmetê bin, lê hûn nikarin dijî Ukraynayê bin."

"Hûn dikarin hikûmetê, serok şermezar bikin, lê hûn nikarin gelê xwe biçûk bixin, bo bidestxistina destketîyên sîyasî panîkê ava bikin, gel di nava alarmê de bihêlin."
Ukrayna dabû zanîn ku ew bi Polonya û Brîtanya re dixebitin ku "di çarçoweya êrîşa berdewam ya Rûsyayê de" hevkarîyê xurt bikin.

Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki di serdanekê de bo Kîevê got ku Warşova wê di warê gaz û çekan û herwiha alîkarîyên mirovahî û aborî de alîkarîya Ukraynayê bike.
"Em li nêzî cîranek mîna Rûsyayê dijîn, hesta me ya ku li ser volqaneke dijîn heye."

Herwiha, wî soza cebilxaneyên topan, bombeyên hawanê, sîstemên berevanîya hewayî û dronên çavdêrîyê da Ukraynayê.

Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson îro bo piştgirîya bi Ukrayna ya dijî Rûsyayê wê li Kievê bi Zelenskiy re bicive.

Johnson berîya ku derkeve rê ragihand ku ew ji Rûsyayê daxwaz dikin ku paşde gav bavêje û dîyalogê bike da ku çareserîya dîplomatîk pêk were û ji xwînrijandina zêdetir dûr bisekine.

"Wek heval û hevkarek demokratîk, Brîtanya wê li hember kesên ku dixwazin dixwazin wê tine bikin, wê parastina serwerîya Ukraynayê bidomîne," Johnson got.

Rûsyayê hê jî ser gavên xwe yên pêş tişteke eşkere nekiriye. Lê, Kremlînê dubare kir ku Putin "dema ku pêwîst bike wê bersîvê bide".

Ji aliyê din ve, tê çaverê kirin ku wê wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Amerîka Antony Blinken îro li ser mijarê careke din biaxifin.