Zelenskyy ji Îtalya Dixwaze Helwesta Dijî Rûsyayê Xurttir Bike

Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy bang li Îtalya dike ku toleyên dijî Rûsyayê xurttir bike û dest deyne pirtir hebûnên Serokê Rûsî Vladimir Putin û hevbendîn wî.

Zelenskyy îro Sêşemê bi rêya vîdyoyê ji parlamana Îtalî re peyîvî û ji qanûndanerên wî welatî xwest ku toleyên dijî Rûsyayê xurttir bikin.

Zelenskyy got ku wî îro bi Papa Francis re peyîvî û wî piştgirî daye mafê Ukrayna yê xweparastinê.

Wî got ku di şerê bi Rûsyayê 117 zarok hatine kuştin û bajarê Mariupol jî ji hêka Rûsan ve bi tevahî hatiye wêran kirin.

Zelenskyy hişyarî da parlamanê ku bi pêşveçûna Rûsya, ewlehîya Ewrupa jî dikeve xeterîyê.

Wî herwiha got ku şandina dexl û dan ji dewletên xizan re jî asteng dibe jiber ku cotkarên Ukraynî nikarin çandinîyê bikin.

Seroksezîrê Îtalî Mario Draghi got ku gelê Ukraynî bi awayekî leheng berxwedanê dike.